26 Ocak 2024 Cuma

Ayşe Şan Xerîbim Dayê Sözleri

Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye li min li min.. Dayê qurban ji xwe ra pêlê li ser pêlê dixi ser kelemê.. Hecî Xanim dîsa îro dilê min şewitî dayka min ket bîra min.. De hestirê çavê min xerîba xwedê fena barana biharê, tê ji xwe ra nasekine..

De heywax dayê, xerîb im dayê, de heywax dayê bêkes im dayê, kesê min nema li vê dinyayê dayê, derdgiran im dayê..

De heywax dayê mala minê mala minê, dayka min dinale haya min tu nîne. Der û cînara dibên Elîf Xatûn em ê bang bikine keça te Zehra û Salîha yê. Hecî Xanim dibê ez naxwazim kesê bira neyê li ser min e.. De hûnê ji bo Xwedê telefon bikin li têlê lêxin. Bira Ayşana min a dilşewitî were ezîzê ber dilê min e. De bira were min bibe doxtor û hekîma ê.. Wele ji xeynî Ayşana min kesî min tu nîne..

De heywax dayê, xerîb im dayê, de heywax dayê bêkes im dayê, kesê min nema li vê dinyayê ez bimrim dayê..

De heywax dayê mala min şewitî, mala min lê dayê.. kula Xwedê bikeve mala bavê Osê û Salîha yê.. dizanibûn ez li ku me xeberekî ji bo xêra Xwedê nedane min ê.. Wele heyfa şîr û emekê te dane ewladê bêxêr,, li koşê xestexane bêkes û bexwedî, zehra û alî nehatine ber serê te ne dayê..

De heywax dayê, xerîb im dayê, heywax dayê ez bimrim im dayê, wele kesê min nema li vê dinyayê dayê, bê kes in dayê..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Eno zî biwani

SUCÊ KAMÎ YO Ameyîşê hamnanî reyde dewa Qonaxî de zî hukmê germîya rojan giran bîyênî. Rez, bostan û hêgayî ke wisar de zergûn bîyênî nika p...